HPG: DI ÇALAKIYA QILABANÊ DE, 20 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîleyên HPG û YJA Star li dijî dagirkeiya dewleta tirk çalakiyên xwe didomînin.

HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîla ya navçeya Qilaban a Şirenxê de 20 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.
Her wiha Gerîla tv jî dêmenê çalakiya gerîla ya herêma Avaşînê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Şirnex û Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

1’ê Tebaxê gerîla li dijî leşkerên dewleta tirk li Girê Şehîd Kendal a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek li dar xist.

Di encama çalakiyê de 14 leşker hatin kuştin.

2’yê Tebaxê li derdora girê Şehîd Welat li dijî leşkerên ku derketibûn operasyona dagirkirinê çalakiyek li darxist.

Di encama vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin 4 jî birîndar bûn.

29’ê Tîrmehê di saetên nîvro de gerîla li dijî wesayîteke artêşa dewleta Tirk a dagirker ya ku alavên leşkerî ji bo Girê Stûna a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê dişand çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di vê çalakiyê de çawîşeke pispor û kontrayek ên di wesayîta derb xwar de bi giranî birîndar bû.

Gerîlayên HPG’ê roja 19’ê Tîrmehê li dijî kamyoneke ku ji Tepê Xwedê ya herêma Avaşîn diçû Alaya Rûbarokê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya sabotajê lidarxisitbû.

HPG’ê ragihandibû ku kamyon hatiye rûxandin, 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

 

Leave a Reply

Back to top button