
Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê de, sinyalên telefonan û înternet li herêmê bi temamî qut bûn.
Ji duh êvarê de ji ber dorpêça hikumeta Şamê, xilasbûna mazotê û rawestandina jeneratoran, hemû şebekeyên peywendiyan ên telefonan û înternetê li Şehbayê ji xizmetê derketin.
Çend saet piştî qutbûna kehrebeyê, betariyên enerjiyê yên bircên peywendiyan vala bûn, şebekeya telefon û înternet jî qut bû.
Beşa tendurustiyê dorpêç şermezar kir û baga rakirina dorpêçê kir
Ev dorpêç gelek bandorên xirab bi xwe re anî.
Em bang li aliyên peywendîdar, mirovî û hiqûqî dikin ku rê li van binpêkirinên dij-exlaqên mirovî bigrin.
Her wiha zextê li hikûmeta Şamê bikin da ku vê dorpêçê rakin.
Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Efrîn û Şehbayê demek berê saetên dayîna kehrebeyê ji 4 saetan daxistibû 2 saetan.
Desteyê duh jî bi daxuyaniyekê hişyarî dabû ku hemû jeneratorên li herêmê werin rawestandin.
Li Şehba derbarê dorpêça hûkmeta Şamê Şaredariya Gel daxuyanî da