Endam û Pêşmergeyên Dêrîn ên YNK’ê ragihandin ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Balefirgeha Silêmaniyê, binpêkirina serweriya xaka Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye û gotin:
“Tirkiye bi nokerî û xiyaneta aliyekî navxweyî, binpêkirinan beramberî Herêmê dike.”
Di 3’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker, hemû geştên ji Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji bo Tirkiyeyê rawestand.
Her wiha di 7’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya balefirek bê mirov li Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê konvoya ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û leşkerên Emerîkayê tê de bû, kir hedef.
Vê yekê jî li ser asta navxweyî ya Herêm û Iraqê nerazîbûn û bertekên tund li pey xwe anî.
Welatiyan ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî û xwepêşandan li darxistin.
Piştre Parlementoya Iraqê komisyonek ji bo lêkolînkirina êrişê avakir.
“Tirkiye bi xiyaneta aliyekî navxweyî, serweriya herêmê binpê dike”
Derbarê mijarê de endam û Pêşmergeyên Dêrîn ên Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê YNK ji ajansa Rojnews’ê re axivîn.
Pêşmergeyê Dêrîn ê YNK’ê Omer Daruselamî di destpêka axaftina xwe de balkişande ser rista dewleta Tirk a di têkbirina şoreşên Kurdan de.
Omer Daruselamî diyar kir ku Tirkiye di çokdanîna gelê Kurd de, têkçûye û wiha got:
“Tirkiye bi hinceta PKK’ê êrişî bi taybet Başûrê Kurdistanê û parçeyên din dike.
Bi hevkariya xiyanetkaran, êrişî Silêmanî jî dike.
Ev yek jî ji bo veşartina teslîmbûna wan a ji Bexdayê re û radestkirina neftê û çavê gelê Kurd ji vê mijarê vegerandinê bû.”
Endamê YNK’ê Ziryan Rehman jî ku kurê şehîdek ê YNK’ê ye derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû:
“Ya ku niha YNK, sînorê Silêniyê û azadîxwaz dikin rêya raste.
YNK û Silêmanî li ser xeta nîştîmaniyê ne.
Hinek aliyên din ên Kurd jî li ser xeta xiyanetêne û destê dijmin digirin û tînin nava xaka Kurdistanê.
Dîrok rehmê ji kesê re nake, nav û rûreşiya xiyanetkaran dê binivîse û rûmeta kesên ku li ser xeta netewî têkoşînê dikin binivîse.”
Ziryar Rehman herî dawî da zanîn ku di dawiyê de wê YNK, azadîxwaz û yên ku piştgiriya yekitiya neteweyî dikin serbikevin:
‘Tirkiye bi xiyaneta aliyekî navxweyî, serweriya Herêmê binpê dike’