Ebdulrehman Dawê: 1500 xwendekaran serî li Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da

Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tomarkirina xwendekaran didomînin û heta niha hezar û 500 xwendekaran serî li zanîngehan dane.

Endamê Komîteya Mufadeleya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulrehman Dawê anî ziman “Koordînasyona her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava, Kobanê û El-Şerq) şertên serlêdanê ji bo tomarkirinê ragihandibûn û serlêdanan 31`ê Tîrmehê dest pê kiribû û heta 30`ê Tebaxê hat dirêjkirin.”

Dawê da xuyakirin ku 4 navendên tomarkirina xwendekaran li herêman hene, ew jî li Qamişlo, Şehba, Reqa û Kobanê ne.

Sala xwendinê ya nû di her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wê 10’ê Cotmehê dest pê bike.

Back to top button