Istixbarata dewleta Tirk li Mabatayê 2 sivîl revandin

Istixbarata dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl ji gundê Birîmce yê kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî çavkaniyan navên kesên revandî wiha ne; Elî Elî û Mihemed Mistefa Hemo.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk her du sivîl ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

Hêjaye bibîrxistinêye ku Welatiyê bi navê Ridwan Rehîm Henan ku beriya du hefteyan hatibû revandin, di nava bexçeyê xwede kuştî hate dîtin.

Her wiha beriya du rojan Li Gundên Şiyê û Şera jî 5 kesên din hatin revandin.

Back to top button