5 çete di operasyoneke hevbeş a koalîsyona navnetewî û artêşa Iraqî de, hatin kuştin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqî bi daxuyaniyekê ragihand bi hevahengiya bi koalîsyona navdewletî re, balafirên koalîsyonê 4 êrîşên asmanî li ser parêzgeha Selahedînê pêk anî.
Di encamê de, şaneyeke ku ji 5 kesan pêk dihat, hatin kuştin..
Li gorî daxuyaniyê, Ajansa Istixbaratê ya Hundir cihê vê şaneyê, li rêzeçiyayê Mekhûl nîşan kiribû.