Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Şêrawa ya Efrînê 3 kesên din revandin.
Her wiha dagirkeran bêhtirî sed dar jî birîn.
Hat ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Fafirtîn û Birc Silêman ê navçeya Şêrawayê sê welatiyên binavê Yasir Cimaa Elo, Xelîl Ehmed Şawtî û Mihemed Ehmed Silêman revandin.
Duh jî ji Basûtê, welatiyên bi navê Xelîl Ebdo yê 32 salî û Hisên Şêxo hatin revandin.
Kesên ku çeteyan ew revandine agahî ji wan nayê girtin.
Çeteyên dewleta Tirk li Mabata û Şiyê zêdeyî sed dar birîn
Li aliyekdin jî çeteyên bi navê “Lîwa Semerqend” ên girêdayî dewleta Tirk li gundên Hec Qasima yê navçeya Mabeta û gundê Dela yê navçeya Şiyê bêhtirî sed dar birîn.
Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî guhartina demografî û qirkirina xwezayê û talankirina şûnwaran jî didomîne.



