MEHA ADRÊ LI HERÊMÊN DI BIN DAGIRKERIYA TIRK DE 804 SIVÎL HATIN KUŞTIN

Hêzên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên di bin dagirkeriya wan de binpêkirinên xwe didomînin.
Der barê van binpêkirinan de, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê raporek weşand.
Di raporê de hatiye gotin ku rêjeya kiryarên tundî û kuştinê zêde bûye.

Hêzên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên di bin dagirkeriya wan de binpêkirinên xwe didomînin.

Der barê van binpêkirinan de, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî raporek têkildarî kiriyarên meha Adarê weşand.

Li gorî raporê rêjeya kiryarên tundî û kuştinê zêde bûye.

Rapora Navendê binpêkirin wiha rêz kirin:

– Di meha Adarê de, 19 jê di bin êşkencekirinê de, bi giştî 804 sivîl hatin kuştin.

– 4868 sivîl hatin girtin û 584 ji wan di êşkenceyê re derbas bûn.

– 344 kes bi mebesta standina pereyan ango xwestina “Fidyê”, hatin revandin.

– Ji ber serdegirtina xaniyan, teqîn û lêdana ji aliyê çeteyan ve, 1165 sivîl birîndar bûn.

– 1051 êrîşên bombekirin û topbaranê hat kirin.

– Ji ber şer û pevçûnên navbera çeteyên dewleta Tirk xwe bi xwe de, 129 kes hatin kuştin.

– 430 penaber hatin kuştin, di nav wan de 79 zarok û 52 jin hebûn, her wiha 430 jî birîndar bûn.

– Çeteyan destdanîn ser 1332 xaniyên sivîlan û ew weke zîndan, mizgeft û biryargehên leşkerî bi kar anîn.

– 41 xanî, dukan û zeviyên şêniyan ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin, 58 xanî hatin rûxandin û 1280 gor jî hatin hilweşandin.

– 51 dibistan ji bo biryargehên leşkerî hatin veguhestin.

Leave a Reply

Back to top button