Ji Koreya Başûr û Amerîkayê tetbîqara hevpar

Koreya Başûr û Amerîkayê bi armanca “xurtkirina pozîsyona parastina hevpar” dest bi tetbîqata leşkerî ya hevpar kirin.
Li gorî nûçeya Yonhapê, tetbîqata hevpar a bi navê “Mertala Azadiyê” tê armanckirin ku 11 rojan dewam bike.

Hat ragihandin ku tetbîqat bi armanca zêdekirina pozîsyona parastina hevpar a her du welatan tê armanckirin.

Dê li ser bersivdayîna operasyonên nukleerî bi bikaranîna amûrên bejahî, behrî, hewayî û sîberê were sekinandin.

Tetbîqata ku personelên ji welatên di nav Fermandariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Koreya Başûr wek çavdêr beşdar bibin, tê payîn ku di 14’ê Adarê de bi dawî bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Koreya Başûr Cho Tae-yul ( Ço Tayî Yul) jî di çarçoveya serdana xwe ya 29’ê Sibatê ya li Amerîkayê de bi hempîşeyê xwe Antony Blinken re hevdîtin pêk anîbû.

Di civîna çapemeniyê de Cho got,

“Di vê heyamê de ku gefên nukleerî û moşekan zêde dibin, divê em li dijî provokasyonên Koreya Bakur şer bikin, pêşî li hatinên wê yên neqanûnî û çavkaniyên mirovî bigirin.

Me li hev kir ku di warê mafên mirovan de hevkariyê xurt bikin.”

Back to top button