Li Burkîna Fasoyê 170 kes hatin kuştin

Li Bûrkîna Fasoyê, ku di bin desthilatdariya leşkeran de ye, di nava rojekê de li sê gundan komkujî hate kirin.
Hate ragihandin ku nêzî 170 kes hatine kuştin.

Dozgerê Komarê yê Ohîgoya ku li bakurê welêt e Aly Benjamîn Colîbalî roja Yekşemê daxuyaniyek da.

Dozgerê Komarê diyar kir ku li gorî agahiyan di 25’ê Sibatê de li gundên Komsîlga, Nodîn û Soroe yên li wîlayeta Yatenga ya li herêma Bakur komkujî hatiye kirin.

Dozger qala kujeran nekir, lê belê diyar kir ku nêzî 170 kes hatine kuştin.

Her wiha birîndar jî hene û xisara madî li herêmê bûye.

Her wiha dozger ragihand ku tîmeke ji lêkolîneran 29’ê Sibatê çûye serdana wan gundan ku lêkolînê bike.

Şêniyên xwecihî diyar kirin ku gelek ji qurbaniyan jin û zarok bûn.

Çavkaniyên ewlekarî û xwecihî ragihandin ku heman rojê li Natiyobaniyê li mizgeftekê, li gundê Essakaneyê jî li dêrekê êriş hatiye kirin û bi dehan kes hatine kuştin.

Têkildarî van êrişan hejmareke fermî nehate parvekirin.

Li Bûrkîna Faso ku artêşê di sala 2022’yan de bi zordarî dest danî ser desthilatdariyê, nêzî 20 hezar mirov hatin kuştin, zêdeyî 2 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn.

Li Burkîna Faso ji sala 2015’an û vir ve êrîşên El Qaîde, DAÎŞ’ê û bûyerên tundiyê yên hêzên çekdar ên artêşê û komên piştgiriya wan dike, heye.

Li gorî Acledê ku saziyek li ser mijarê dixebite, tenê meha Çileyê 439 kes di van bûyerên tundiyê de hatin kuştin.

Li Burkîna Fasoyê 15 kes mirin

Back to top button