Hêzên Asayîşê li Hesekê û Şedadê operasyona ewlekariyê pêk anîn

Hêzên Asayîşê îro careke din derbek xurt li çeteyên DAIŞ û MIT a Tirk dan.
Asayîşê li herêmên Hesekê û Şedadê, hemwext oparasyonek berfireh pêk anîn.
Di oparasyonê de, 47 çeteyên DAIŞ, MIT a Tirk û yên dixwazin aramiya herêmê xerabikin hatin girtin.
Her wiha gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Hêzên Asayîşê yek ji oparasyonên herî bibandor yên di nava demên dawiyê de pêk anî.

Oparasyona ji bo ewlehiy pêk hatî, herêmên Hesekê û Şedadê digirt nava xwe.

Oparasyona berfireh bi awayekî hemwext li gelek noqteyan bi carekê de pêk hat.

Navenda Ragihandina Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Asayîş: Di operasyonan de 47 çete hatine girtin

Di daxuyaniya agehdarkirina raya giştî ya ji oparasyonê de wiha hat gotin:

“Hêzên Asayîşê di saetên sihara 4’ê Adarê de, li herêma Hesekê û Şedadê oparasyonek ewlehiyê pêk anîn.

Di encamê de, 47 çete û kesên derbarê wan de biryara lêgerînê heyî hatin girtin.

Asayîş: Ji çeteyên hatine girtin 13 DAIŞ’î û 3 jî yên MÎT a Tirk in

Ji van, 14 çeteyên DAIŞ, 3 endamên çeteyên dewleta Tirk a qirker bûn.

Her wiha 31 kesên din jî yên hewildidan aramiya li herêmê xera bikin bûn.”

Asayîş: Di operasyonan de gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin

Li gorî daxuyaniyê çend çek û madeyên hişbir ên hatine desteserkirin jî wiha ne:

3 çekên ji cureya Brno, 12 kalaşnîkov, 7 narincok, 8 demançe û bi dehan heb û narkotîk.

Hêzên Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din biryardariya xwe ya ji bo aramiya herêmê dubare kir û wiha bi dawî kir:

“Hêzên me wê nehêlin komên terorîst li herêmên me bi cih bibin û xirabiyê bikin.”

Back to top button