Li Ranyayê kampanya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê hate destpêkirin

Wek bajar û bajarokên din yên Başûrê Kurdistanê, li bajarokê Ranyayê jî, ji bo mexdûrên erdhejê yên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê kampanya komkirina alîkariyê hate destpêkirin. Di heman demê de bang li her kesî hate kirinê ku bi girseyî tevlî kampanyayê bibin.

Li Baxçeyê Giştî yê bajarokê Ranyayê, ji aliyê çalakvan û beşên din yên civakê ve bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin.

Yek ji organîzatorên kampanyayê Bîtwên Seîd daxuyanî da û diyar kiri ku wê kampanya komkirina alîkariyê li nav Baxçeyê Giştî yê bajarokê Ranyayê rêve biçe û hefteyekê dewam bike.

Mamosta Kosarî jî daxwaz ji hemû welatiyan kir ku bi awayekî germ beşdarî kampanyayê bibin û diyar kir kesê ku nikarin alîkariya xwe bigihînin me, emê bi xwe biçin werbigirin.”

Li aliyê din li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê 5 rojin kampanyayên alîkariya ji mexdûrên erdhejê re hatîn destpêkirin, berdewam in.

Çalakvanê parêzvanê mafê jinan, Behar Munzîr ku yek ji beşdarvanên kampanyaya Hana bû, derbarê mijarê wiha got:

“Di demên wiha de gelek giringe ku qasî hêza xwe beşdarî kampanyayên wiha bibin. Ev yek girînge piştgiriya beşên din yên Kurdistanê bikin. Ji bo wê daxwaz dikin ku her kes beşdar bibe.

Welatiyê bi navê Cîhad Mihemed jî sipasiya kesên tevlî kampanya alîkariyê bûne kir û diyar kir ku ev pêngavek mirovî, dostaniye.

Melayê Mizgefta Reşîd a parêzgeha Silêmaniyê Mela Nadir, di xudbeya roja îniyê de qala giringiya alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê kir û got: “Welatiyan dest bi komkirina alîkariyê kirine, ne hikumet ne jî aliyên peywendîdar bi hewara gel ve ne-hatine, lewma divê çi ji destê kê tê bike.

KNK’ê piştgirî da kampanya alîkariyê ya ji aliyê HDP’ê ve

Li Hewlêrê şandeyek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê kir.

KNK’ê piştgirî da kampanya komkirina alîkariyê ya ku ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ve ji bo mexdûrên erdheja li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatî destpêkirin.

Back to top button