“Pêwîstî bi alîkarî û tîmên tenduristiyê heye”

Ji bo mexdûrên erdhejê gel û saziyên HDP’ê ji bo alîkariyê bê navber di nava seferberiyê de ne. Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê diyar kir ku pêwîstiya hemû mexdûrên erdhejê bi alîkariya lezgîn heye. Parêzer Serhat Eren diyar kir ku di 3 rojên destpêkê de, wan 219 TIR, 140 kamyon erzaq gihandine mexdûrên erdhejê. Odeya Bijîşkan a Îzmîrê jî, ragihand ku 400 tîmên tenduristiyê serlêdan kirine ku biçin herêma erdhejê, lê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr gotiye “niha pêdivî pê tune ye.”

Ji bo mexdûrên erdheja bakurê kurdistanê, gel û saziyên HDP’ê di nava seferberiyê dene.

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ji roja ewil a erdhejê ve li 10 bajarên karesat lê qewimî ye, ketiye tevgerê û dest bi piştevaniyê kiriye.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê li Navenda Koordînasyona Krîzê daxuyanî dan û ji bo mexdûran banga piştevaniya lezgîn li gel kirin.

HDP’ê 219 tir û 140 kamyonên erzaq gihandin mexdûrên erdhejê

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ji bo lêgerîn û rizgarkirinê, 70’ê tîmên xwe yên tenduristiyê çalak kirine.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Mafên Hiqûq û Mirovan Berpirsyar parêzer Serhat Eren, têkildarî xebatên hatine meşandin got: Di 3 rojên ewil de 219 TIR û 140 kamyon erzaq gihandina herêmên ku erdhej lê çêbûye.

“Bi rewşa awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin”

Li gel ragihandina Rewşa Awarte, li gelek bajaran alikariya ku ber bi herêmên erdhêjê ve çû hat astengkirin.

Li Kurdistanê ku ji bo piştevaniya mexdûran seferberî hatiye îlankirin, alîkarî didom in.

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Botanê bertek nîşanî ragihandina OHAL’ê dan û gotin ku desthilat di bin erdhêjê de maye.

Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin

Li aliyek din jî girtiyên di Girtîgeha Kiriklarê de ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bikin, bi rêya malbatên xwe sersaxî ji malbatên qurbaniyan û ji birîndaran re şîfa xwestin.

Girtiyan, kincên xwe yên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin.

Bersiva ji bo tîmên tenduristiyê: Pêdivî pê tune ye

Roja ku erdhej çêbû, zêdetirî 400 tîmên tenduristiyê serî li Odeya Bijîşkan a Îzmîrê dan ku biçin herêma erdhejê.

Piştî serlêdanê, Odeya Bijîşkan jî serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr dan.

Lê belê midûriyetê gotiye: “Niha li herêmê pêdivî bi tîmên tenduristiyê tune ye” û nehiştiye xebatkar biçin herêmê.

Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Prof. Dr. Suleyman Kaynak anî ziman ku pêwendiya wan bi Yekîtiya Dermanfiroşan a Tirk û Odeya Dermanfiroşan a Îzmîrê heye.

Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin, lê bersiv nayên dayîn

Duh jî Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nergîs Erdogan da zanîn ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya li herêmên erdhejê serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar didin lê bersiva wan nayê dayîn.

Back to top button