Dewleta Tirk tevgera xwe ya balafirên keşfê li ser wargeha Mexmûrê zêde kiriye

Dewleta Tirk a dagirker tevî ku qada hewayî ya Iraqê di bin kontrola Amerîkayê de ye, ev demeke taybetî liv û tevgera xwe ya balafirên keşfê li ser Wargeha Penaberan ya Mexmurê zêde kiriye.

Ev balafirên keşfê heta niha bûye sedema bi dehan şahadeta sivîlên herêmê. Îro şêniyên bajaroka Sîdekanê jî li dijî êrîş û bombebarana dewleta Tirk xwestin, bimeşin, lê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin.

Hate ragihandin ji serê sibê de balefirên keşfê yên bêmirov li ser Kampa Mexmûrê digerin.

Ji 15’ê Hezîranê ve ango piştî êrîşa li ser Şengal û Mexmûrê tevgera balefirên keşfê yên li ser Mexmûrê zêde bûne.

Asayîşa PDK’ê destûr neda li dijî dagirkeriya Tirk çalakî were lidarxistin

Balafirên şer yê dewleta Tirk a dagirker rojane bajaroka Sîdekan yê bi ser bajarê Hewlêrê bombebaran dike.

Xelkê Sîdekanê ji bo dewleta Tirk ji herêma wan derkeve û êrîş rawestin, xwestin îro meşekê pêk bîne.

Lê Asayîşa PDK’ê meşa dijî êrîşên dewleta tirk asteng kir û kesên xwestin meşê jî pêk bîne binçav kir.

Back to top button