3 endamên “Mertalê Feratê” xwe radestî meclisa leşkerî ya Minbicê kirin

Ew kesên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibûn xapandin, piştî ku rastiya wan nas kirin, êdî ji wan vediqetin û berê xwe didin herêmên aram.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Minibc a Leşkerî ragihand ku 3 endamên ku cihê xwe di nava çeteyên “Mertalê Feratê” de digirtin, xwe radestî hêzên Meclisê kirin.

Hersê endaman diyar kirin ku sedema biryara veqetîna wan sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê ne, ku sivîlan bêyî ti sedem dikin armanc.

Kesên veqetiyayî destnîşan kir ku rewşa jiyanî li herêmên dagirkirî qet nayê tehmûlkirin û alîkariyên mirovî jî tên talankirin û desteserkirin.

Wan diyar kir ku “MÎTa Tirk çeteyên van koman weke amûr bi kar tîne û wan û komên din bi hev dide şerkirin”.

Anîn ziman ku “serçeteyên dewleta Tirk çeteyan dişînin Lîbyayê û çi kesê neçe jî, yan tê girtin an jî gefa kuştinê lê tê xwarin.

Hersê kesên veqetiyayî di dawiyê de, peyamek ji hemû çeteyên Mertalê Feratê re şand, Veqetin û xwe radestî Meclisa Minbicê ya leşkerî bikin, ji ber ku hemû mafên sivîl û leşkeran diparêzin”.

Back to top button