Konferansa ‘Rabûna li Hember Modernîteya Kapîtalîst’ 4 roje didome

Konferansa ‘Rabûna li Hember Modernîteya Kapîtalîst‘ ku bi dirûşma ‘Em Cîhana Xwe Şûn De Dixwazin‘ di roja 4’emîn de bi panela li ser mijara ‘perwerdeyê’ destpê kir. Kesên ku axivîn diyar kirin modela perwerdeyê a ku Rêber Apo pêşniyar kiriye ji bo pêşketin û rêvebirina mirovahiyê pêwîstî ye.

Konferansa ‘Rabûna li hember modernîteya kapîtalîst’ ku bi dirûşma ‘Em cîhana xwe şûn de dixwazin’ û li ser fikrên Rêber Apo de tê lidarxistin, di roja 4’an de ye.

Bi mode-ratoriya civaknas û antro-polog Prof. Margara Mîllan panela bi mijara ‘perwerdeyê’ pêk hat.

“Li dijî sîstema perwerdeyê ya Kapîtalîst, Modelên perwedeyê yên xweser”

Lêkolînerê hevpar ê Zanîngeha Coîbrayê Andrej Grûbacîc li hemberî modelên sîstema perwerdeyê ya kapîtalîst qala girîngiya sîstemên perwedeyênê xweser kir.

Grûbacîc anî ziman ku sîstemên perwerdeyê yên xweser li hemberî sîstemên serwer wê tevgerên azadîparêz biafrînin û li dijî sîstmên zordar wê civaka azad, kesayetê azad pêk bîne.

“Sîstema perwerdeyê ya Kapîtaslîst Mirovan nezan dike”

Grûbacîc destnîşan kir ku sîstemên perwerdeyê yên kapîtalîst zanistiya cehaletê diafirîne û wiha got:

“Modernîteya kapîtalîst mirovan fêrî zanistiya cehaletê dike.

Asta siyasî û civakî ya cehaletê diafirîne.

Di çarçoveya tecrûbeyan de divê ew sîstemeke perwerdeyê ya alternatîf biafirînin

“Sîstema perwerdeyê ya xweser ji bo pêşketin û rêvebirina mirovahiyê pêwîstî ye.”

“Pêşniyara Abdullah Ocalan a ji bo perwerdeyê gelekî girîng e”

Grûbacîc qala modela perwerdeyê kir ku Rêber Apo li hemberî sîstema perwerdeyê ya kapîtalîst pêşniyar kiriye û ev yek got: Pêşniyara perwerdeyê ya Abdullah Ocalan ji bo pêşketina civakî û li dijî sîstema kapîtalîst gelekî girîng e.

Divê em tecrûbe bikin. Em çawa dikarin ji dewleta alternatîf xweser bin.

Rêya herî girîng a pêkanîna vê jî konfederasyon e.

Qadên perwerdeyê yên xweser in.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma piştre li konferansê axivî û qala tecrûbeya perwedeyê ya tevgera azadiyê ya Kurd kir û ev tişt anî ziman:

Zozan Sîma: Em dixwazin perwerdeyê ji bin kontrola dewletê rizgar bikin

“Perwede bi têkoşîna jinê dibe mafek. Mafê perwedeyê hîn jî tê astengkirin. Hîn jî bi milyonan jin nikarin tevlî perwerdeyê bibin.

Perwerde ketiye destê dewletê. Yên li hemberî vê li ber xwe didin jî êrîş li dijî wan tê kirin.

Tevgera azadiyê ya Kurdistanê dixwaze perwerdeyê bigihîne cewhera xwe û ji bin kontrola dewletê rizgar bike.”

Back to top button