Li zîndanên Tirkiyê girtî ji ber ku nayên dermankirin seqet dimînin

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe. Girtiyê nexweş yê bi navê Abdulkadîr Kûday, di encama dermankirina dereng û teşhîsa xelet de ji lingê xwe yê rastê felc ma. Li aliyê din bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re li pêş Saziya Tiba Edlî gotin, ewê nehêlin girtîyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin.

Dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî û yên nexweş zindan veguherandine cihên mirinê.

Girtiyên nexweş, ne tên dermankirin ne jî tên berdan.

Di encama van polîtîkayên dewletê yên kuştinê de gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha gelek girtî jî nexweşiyên wan nayên dermankirin seqet dimînin.

Girtiyê nexweş yê bi navê Ebdulqadîr Kûday jî ji wan kesên ku di encama vê yekê de seqet maye.

Di encama dermankirina dereng de lingê girtiyê nexweş abdulqadîr kûday felc ma

Girtiyê nexweş Abdulqadîr Kûday li Girtîgeha bajarê Tekîrdagê tê ragirtin.

Di encama dermankirina dereng û teşhîsa xelet de lingê Kûday ê rastê felc ma.

Herwiha Kuday bi nexweşiya bi navê ALS ku tedawiyeke wê nîne jî ketiye.

Derbarê rewşa Abdulqadîr Kûday, kekê wî û di heman demê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Salîh Kûday axivî û diyar kir ku piştî birayê wî hat girtin qasî 4 salan nehat dermankirin.

Kûday, dazanîn ku piştî dermankirina birayê wî hatiye qebûlkirin, teşhîsa fitiqa piştê danîne ser û biryar hatiye dayîn ku birayê wî were emeliyatkirin.

Lê di encama vê teşhîsa şaş de lingê birayê wî yê rastê bi temamî felc maye.

Kûday, anî ziman ku ne pekane birayê wî di girtîgehê de were dermankirin û xwest birayê wî were berdan

Endamên înîsiyatîfa piştevaniyê ya girtiyan: emê nehêlin girtiyên nexweş bimirin

Li aliyê din bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin cem hev.

Endamên Înîsiyatîfê bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş sazıya ATK ya Stenbolê ya li Yenîbosnayê çalakiya Nobeda Edaletê dan destpêkirin.

Malbatên girtiyan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî piştgiriya çalakiya înîsiyatîfê kirin.

Endamên Înîsiyatîfê diyar kirin wê her hefte roja pêncşemê li pêş ATK’ê werin gel hev.

Back to top button