Parlementereke Ewropî: Bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyawî sûcekî şer e

Parlamentera Ewropa ya ji Partiya Çep a Swêdê Malin Bjork derbarê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê, pêşnûmeyek pêşkêşî desteya pêwendiyên derve ya NY’ê kir.

Di pêşnûmeyê tê gotin “Di êrişên dewleta Tirk de, çekên kîmyewî bi kar tên, ew jî sûcekî şer e, hiqûqa navneteweyî bin pê dike.”

Tê de ev pirs ji Desteya Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê-EEAS tê kirin:

Gelo agahiya we Desteya Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê heye ku ji aliyê Tirkiyê ve li Iraqê çekên kîmyewî hatine bikaranîn?

Hûn ê operasyonên leşkerî û bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve, şermezar bikin û nerazîbûneke çawa li dijî van êrîşan nîşanî bidin ?”

Back to top button