Endamê KNK’ê Xalid Qadir : Divê piştgiriya berxwedana gerîla bê kirin

Li başûrê Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê dewam dikin. Rayedarên KNK’ê û YNK’ê li dijî êrişan bertek nîşan dan û bang li gelê Kurd kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û li dijî dagirkeriyê rabin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li dijî xiyanet û dagirkeriyê ji Koyê heta Behdînan dest bi meşa dirêj kirin.

Nerazîbûnên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê her diçe zêde dibin.

Endamê KNK’ê Xalid Qadir di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de axivî.

Xalid Qadir bal kişande ser êriş û planên dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd û wiha got:

“Pêwiste gel û saziyên civakî zextan li ser partiyên siyasî yên li Başûr bikin da ku li dijî plan û komployên li ser gelê Kurd rawestin.”

Endamê KNK’ê Xalid Qadir dawî bang li gelê Kurdistanê kir ku divê gel piştgiriyê bide berxwedana gerîla û li dijî dagirkeriyê rabin.

Endamê YNK’ê Aram Qadir: Em piştgiriyê nadin şerê navxweyî

Endamê Encumena Rêveberiya YNK’ê Aram Qadir Xebat jî derbarê dagirkeriya tirk ya li dijî Başûr û hewldanên derxistina şerê birakujiyê de axivî.

Aram Qadir diyar kir YNK, şerê birakujiyê yek ji tiştên herî xerab dibîne û got:

“Qet piştgiriya ti biryarekî bibe sedema derxistina şerê birakujiyê nake.”

Aram Qadir Xebat anî ziman, helwesta YNK’ê ya têkildarî êrişên dagirkeriya tirk zelal e û got: “Em piştgiriya tevahiya hêzên Kurdistanê yên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dikin.”

Divê Iraq li komkara Ereb û ny giliyên dewleta Tirk bike

Endamê Hevpeymaniya Nasir Azzam El-Hamdanî ji dewleta Iraqê xwest li dijî êrîş û dagirkeriya Tirk li Komkara Erebî û Konseya Ewlekariyê ya NY gilî bike û dazanîn divê malên Tirkî jî bên boykotkirin.

El Hemdanî got: “Her diçe, wendahiyên ji ber bombebaranên Tirkiye zêde dibe, koçên bi komî çêdibin. Ev jî dihêle ku Iraq bikeve rewşeke lewaz.

Pêwîste Iraq fermanê bide hêzên ewlekariyê ji bo li Bakurê Iraqê li dijî hêzên Tirkiye bikevin tevgerê û parastinê bikin”

Ciwanan ji Koyê ber bi Behdînan dest bi meşa dirêj kirin

Li aliyê din Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Li dijî Xiyanet û Dagirkeriyê, Werin Cenga Azadiyê’ ji Koyê heta Behdînan dest bi meşeke dirêj kir.

Hejmarek zêde ya ciwanan û welatî tevlî meşê bûn.

Ciwanên Başûrî yên tevlî meşa dirêj bûne, diyar kirin ku dagirker û hevkarê wan wê bi ser nekevin û bang li gel kirin ku li dora gerîla bicivin.

Meşa ciwanan li bajarokê Dêgelê ji aliyê PDK’ê ev hat astengkirin

Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê piştî ku gihîşte Dêgele ya di navera Koyê û Hewlêrê de çekdarên PDK’ê li Seytereya pêşî li meşê girtin û rê nedan ku meş dewam bike.

Ciwan bi dirûşman hêzên PDK’ê protesto kirin.

Back to top button