Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîka îro peymana nuklerî nîqaş dikin

Welatên Ewropî ji bo vejandina peymana nuklerî ya bi Îranê re, ketine tevgerê. Almanya, Brîtanya, Fransa û Amerîka îro ji bo vê mijarê dicivin.
Şêwermenda Almayayê Angela Merkel bi rêya telefonê bi serokê Îranê Rûhanî re axivî û bang lê kir ku gavên erênî biavje.

Îro Pêncşemê, Almanya, Frana, Brîtanya û Amerîka danûstandinan der barê peymana nuklerî ya bi Îranê re dest pê dikin.

Biryar e wezîrên derve yên Almanya, Brîtanya û Fransa li Parîsê bicivin û wezîrê derve yê Amerîkayê jî bi rêya online, tevlî bibe.

Sêşema borî Îranê ragihandibû ku eger Amerîka cezayên xwe yên aborî ji ser Îranê raneke, ew ê karê pişkinînê yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Nuklerî li Îranê asteng bike.

Merkel bang li Îranê kir ku gavin Erênî biavêje

Ji aliyê xwe ve, şêwermenda Almanyayê Angela Merkel di pêwendiyeke telefonî digel serokê Îranê Hesen Rûhanî de, fikarên xwe derbarê pêşeroja peymana nuklerî de anî ziman.

Merkel diyar kir ku Îran di dema dawî de dest bi binpêkirina xalên peymanê kiriye û bang li Tehranê kir ku gavin erênî, ji bo gihîştina çareseriyeke dîplomatîk, biavêje.

Her wiha gefên Îranê, yek ji mijarên pêwendiya telefonî ya serokê Amerîkayê Joe Biden, digel serokwezîrê Israîlê Benjamin Netenyahu bû.

Her du aliyan, bi qasî hatiye ragihandin, teqezî li ser bilindkirina asta hevkariyê li dijî van gefan kiriye.

Li gorî peymana nuklerî ya sala 2015’an, nabe Îran ti bombeyên nuklerî çêke û li berambeî vê yekê dê cezayin navdewletî hin bi hin ji ser wê bên rakirin.

Lê piştî vekşîna serokê berê yê Amerîkayê Trump ji peymanê û ferzkirina cezayin din li ser wê, Îranê weke bertek, dest bi binpêkirina peymanê kir.

Back to top button