Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di encama çalakiyên wan yên li Raî û Cindirêsê de 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Erfînê têkildarî çalakiyên wan yên li Raî û Cindirêsê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya hêzên rizgariyê;
23 Çile li gundê Til Battal ê bajarokê Raî yê herêma Babê, hêzên rizgariyê li dijî çeteyên Polîsên Leşkerî çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
25’ê Çile li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê Hêzên Rigariyê li dijî çeteyên Lîwa Semerkand çalakiyeke sabotajê li dar xist.
Di encama wê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Hêzên rizgariyê diyar kir ku artêşa Tirk di rojên dawî de herêmên Efrîn û Şehbayê bi obus û hewanan topbaran kirin.
Di encamê de li herêmê ziyaneke madî çêbû.