Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya şaxê Tebqayê ji bo hişyarkirina şêniyan li hember xetereyên narkotîkê û zirarên wê yên li ser civakê, zêdetirî 500 broşûr belav kir.
Kampanya bi dirûşma “Bi hev re civaka xwe biparêzin û ewlehiyê pêk bînin” 1’ê Tebaxê dest pê kiribû.
Kampanya dê 2 mehan bidome.
Di vê çarçoveyê de endamên kombûnê, ji bo hişiyarkirina xelkê bajêr, li hember narkotîkê û zirarên wê yên li ser civakê, zêdetirî 500 broşûr belav kirin.
Di biruşûran de, cureyên narkotîkê çi ne, zirarên wê li ser mirov û civakê çi ne, hatine şîrovekirin.
Her wiha banga belavkirina hişyariyê li dibistanan, peymangehan û di nava civakê de hatiye kirin ku li gor wê panel yan jî semînerên bê dayîn.