PJAK: Saziya dij terora PDK’ê bûye beşeke ji MÎT’a Tirk

Komîteya Peywendiyan ya PJAK’ê derbarê nûçeyên derew ên dezgeha Dije Teror a PDK’ê got:
“Saziya Antîteror a PDK’ê bûye beşeke ji MÎT’a Tirk.”

Komîteya Pêwendiyan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê li ser kiryarên dijberiyê yên dezgeha antîterorê ya PDK’ê daxuyaniyek da.

Komîteyê bal kişande ser daxuyanya PDK’ê ya têkildarî şehateda gerîlayan û wiha got:

“Berî 2 rojan dije-terora PDK’ê nûçeyek belav kir ku qaşo di êrişeke hewayî li Zengîder a Pêncwînê de, 3 gerîlayên me şehîd bûne.

PDK’ê bi vê nûçeya derew dixwaze balê bikişîne ser karên vê dezgeha navxirab.

11’ê vê mehê jî di encama erişa balefireke bê mirov ya dewleta Tirk li Pêncwînê karmendekî ji kargeha Asia-cell jiyana xwe ji dest da.

Heman dezgehê ragihand ku ew gerîla ye.

PJAK’ê detnîşan kir ku dezgeha antîterora PDK’ê bûye beşek ji MÎT’a Tirkan û weke ajansa wan ya nûçeyan kar dike.

Komîteya Peywendiyan a PJAK’ê li hemberî şerê taybet û hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re bang li gelê Kurd kir ku divê li hemberî wan hişyar bin.

Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî şerê navxweyî yê PDK’ê eşkere dike

Back to top button