Revo Hesen: Dem hatiye ku zilm û tecrîta li ser Rêber Apo bidawî bibe

Endamê Meclisa Xweseriya Demokartîk ya Şengalê Revo Hesen da diyarkir ku tişta li beramberî Rêber Apo tê kirin, ne edaletiye û zilme û got; “Ji bo ev zilm bidawî bibe emê wek civaka Êzidî û xelkê Şengalê heya dawî li ser piyan bin. Dem hatiye daxwaza bi milyona kesan pêk were ku ew jî azadiya Rêber Apo ye.”

Endamê Meclisa Xweseriya Demokrartîk ya Şengalê Revo Hesen li ser tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo axivî û destnîşankir ku saziyên parastina mafê mirovan li gor zagonên xwe tevnagerin.

Revo Hesen: Civaka Êzidî xwe spartiye fikrên Rêber Apo

Revo da diyakirin ku di dîroka mirovahiyê de gelek pêkhate û civak ku mafê wan tê xwarin hene, civaka Şengalê jî yek ji wan û ev nirxandin kir:

“Dewletên serdest ji bo ev civak her bidest bimînin çi ji destê wan tê dikin

Lê ev civak ji bo azadiya xwe wî gelî xwe spartiye fikir û bîrdoziya Rêber Apo.

Em dibînin Rêbertî li welatekî hatiye dîlgirtin û di bin tecrîdê de ye.

Lê fikrê Rêber Apo li her derê ye.

Ne tenê em wek pêkhateyên Rojhilata Navîn, belkû li tevahiya cîhanê daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin.”

Revo Hesen: Saziyên mafên mirovan li beramberî tecrîdê bêdeng in

Herwiha Revo Hesen di dewama axaftina xwe de balkişand li ser daxwaza gelê Kurd û dostên wê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha got:

“Saziyên parastin a mafê mirovan ku ji bo mirovahiyê kar dikin, li beramberî tecrîda li ser Rêber Apo bêdengin.

Em di serî de bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên elaqedar dikin, êdî dem hatiya daxwazên bi milyona kesî bên pêkanîn ku ew jî azadiya Rêber Apo ye.”

Revo Hesen: Em ê heya dawiyê li ser şopa Rêber Apo bin

Revo Hesen di dawiyê de ev nirxandin kir:

“Li gelek herêman kes hene ku xwe wek serokên Kurdistanê herwiha serokên partiyên siyasî didin xuyakirin.

Lê kesek nikariya weka Rêber Apo ji bo tevahiya gelan xizmetê bike û bibe serokekî netewî.
Ev xizmeta neteweyî ya ji bo tevahiya gelan, Rêber Apo daye îspatkirn.
Em ê ji heta dawiyê li ser şopa Rêber Apo bin.”

Back to top button