Mihemed Elî El-Ebo: Divê şêniyên Minbicê neyên lîstika Tirkiyê

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê bi êrişên xwe nikaribin ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi çekên giran erişî hin gundên Minbicê kirin.

Di encamê de 4 zarok şehîd bûn, mal hatin wêrankirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva tevahî êrişan da û hewldana çeteyan a dagirkirina gundan têk birin.

Li ser mijarê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî-El Ebo got:

“Em li ser êrişên nû yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li seranserî eniyên şerên rojava, rojavayê bakur û bakur, şiyar bûn.”

El-Ebo destnîşan kir ku ev êriş berê hatibû plankirin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

” Yên ku ev êriş plan kirine dixwazin bi hestên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilîzin da ku planên aliyên derve pêk bînin û ewlehiya herêmê xirab bikin.

Divê gelên me neyên lîstika ew kesên hewl didin ewlehî û îstiqrarê heremê xirab bikin.”

Dewleta Tirk li Minbicê 4 zarok şehîd xistin

Back to top button