Çavuşoglu: Sibe em ê bi şandeyeke Rûsî re bicivin

Ji bo rewşa dawî ya Idlibê, sibe şandeyeke Rûsî li Tirkiyê dicive.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu idia kir ku sibe ev şande wê bigihêje Enqereyê da êrîşên rejîmê Sûrî li Idlibê nîqaş bike.

Wezîrê Tirkî ji çapemeniyê re got:

Danûstandinên me bi Rûsan re, wê der barê rawestandina êrîşên rejîmê û bilezkirina pêvajoya siyasî li Sûriyê be.

Çavuşoglu: Eger pêwîst bike, wê Erdogan û Putin jî li hev rûnin

Cavuşoglu her wiha, diyar kir ku, piştî danûstandinên bi vê şandeya Rûsî re, eger pêwîst bike wê civînek li ser asta serokatî di navbera Erdogan û Putin de jî were lidarxistin.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî gef li rejîmê Sûrî xwar ku li gel dorpêçkirina navendên wan ên leşkerî li Idlibê, wê ev navend li cihê xwe bimînin û eger rejîmê êrîş kir ew ê bi dijwarî bersivê bidin.

Dewleta Tirk duh, nêzî 4 hezar leşkerên xwe li gel bi dehan erebe û tankên leşkerî derbasî Idlibê kirin.

Îro jî hat ragihandin ku 150 erebeyên din derbas bûn.

Back to top button