Wezareta hundir a Iraqê: Lêpirsînên me li ser êrîşên li Necefê didomin

Li Parzgeha Iraqê Zîqar îrocarek din xwepêşandan li dijî Îranê û erkdarkirina Mihemde Elewî hatin lidarxistin

Li aliyekî din, Wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku, derbarê kuştina xwepêşandêran li Necefê û Kerbelayê lêpirsîn hat destpêkirin.

Wezareta Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, hêzên ewlehiyê ji bo parastina xwepêşandêran bi erka xwe radibe.

Wezaretê diyar kir ku plîsên Iraqê li dijî xwepêşandêran tundeyê bikar nayne.

Wezareta Iraqê bang li xwepêşandêrên Iraqê kir ku xwe ragirin û berjewendiyên taybet û giştî biparêzin.

Di heman çarçoveyê de jî wezîrê karê derve yê Amerîka Mike Pompeo, buyerên li Necefê û bajarên din ên Iraqê şermezar kir û bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo kuştina xwepêşandêran dest bi lêpirsînê bikin û wan ceza bikin.

Li aliyekî din Lêvegerê Olî yê Şî’ Elî Sîstanî kuştina xwepêşandêran li Necefê şermezar kir û banga parastina mafê wan kir.

Her wiha li Parzgeha Iraqê Zîqar îrocarek din xwepêşandan li dijî Îranê û erkdarkirina Mihemde Elewî hatin lidarxistin

Back to top button