Rûsya banga danûstandinên navxweyî kir

Rûsya dîsa mijara Venezuelayê da pêş û banga danûstaninên navxweyî yên bêyî merc kir.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji çapemniyê re axivî û ragihand ku ev danûstandin wê aliyên Venezuelî bigihîne çareseriyeke baş û aloziya wan bi dawî bikin.

Lavrov got:

Waşington dibêje, “wê alozî bi guhertina serokê Venezuelayê yê heyî re were çareserkirin û eşkere gefên guhertinê li hikumeta Nicolás Maduro dixwe.

Ji Çileyê 2019an ve, Venezuela di nava aloziyeke aborî û siyasî pir kur de ye, nemaze piştî dabeşbûna civaka Venezuelî navbera muxalefet û hikumetê.

Bi destpêkirina vê aloziyê re, Trump tavilê serokê muxaleftê weke serokê Venezuelayê nas kir û gelek welatên din jî heman gav avêt.

Lê welatên mîna Rûsya, Tirkiye, Çîn û Sûriyê li gel hikumeta Maduro man.

Çavdêr dibînin “daxuyaniya Rûsî, piştî arandina serokê Amerîkayê bixwe hat, ku di dawîn axaftina xwe de, Trump destê xwe ji Guaidó re li ba kir û bi vê yekê wî dîsa weke serokê naskirî nîşan da.

Back to top button