Şandeyak ji partiyên Bakurê Kurdistanê serdama kampa Mexmûrê kirin

Şandeyek ji partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê di çarçoveya piştgiriya bi şêniyên Kampa Mexmûrê re, serdana kampê kirin.

Şande ji Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê, endamê rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiye PDK-T, Partiya Însan û Azadîyê PÎA, Partiya Azadî û HDP’ê pêk tê.

Şande ji aliyê Hevserokên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Hevşaredarên Wargehê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştre şande derbasî Meclîsa Gel bû û li wê derê li ser rewşa dawî ya kampê bi Hevserokên Meclîsa Gel û Hevserokên Meclîsa Îştarê re civiyan.

Di civînê de şandeya ji Bakurê Kurdistanû êrîşên dawî ya li ser Mexmûrê şermezar kir û diya kir ku sivîl li pêşiya çavê hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên çeteyên DAIŞ û balafirên dewleta tirk tên.

Her wiha şandeyê balkişand li ser dorpêça li ser Mexmûrê û diyar kir ku ev dorpêç wê bi xwe xeteriyên mezin bi xwe re bîne.

Back to top button