Bîlgen: Tecrîd, bandorê bêhtir li jinan dike

Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan diyar kir ku Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, tecrîd êdî di nava jiyanê de belav bûye.

Zelal Bîlgîn da zanîn ku ji roja destpêkê heta niha, 21 sal in Rêber Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê yên giran de ye .

Bîlgîn diyar kir ku eger tecrîd ji holê rabe wê gelên Rohilata Navîn bi awayekî azad bikare xwe bi xwe bi rê ve bibe û got:

“Bi vê yekê re wê modelek nû bê afirandin.

Eger tecrîd ji holê rabe wê tevahiya gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bêhnê bistîne.

Sedema tevahiya krîzên li Tirkiyeyê tecrîda li dijî Rêber Ocalan e.

Bîlgîn anî ziman ku herî zêde tecrîd bandorê li jinan dike û diyar kir heta tecrîd bidome wê tundiya li jinê jî bidome lewma tecrîd mijarek sereke ya jinan e.

Back to top button