Parêzer Hejar Kakeyî: Tekane hêza careseriyê birêz Ocalan e

Parêzer Hejar Kakeyî derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de diyar kir ku ya ku tirkiyê dike li dijî mafên mirovane.
Hejar got : ”Ger Tirkiye aştiyê bixwaze, divê bi birêz Ocalan re rûne.”

Parêzer Hejar Kakeyî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û da zanîn ku dewleta tirk bi ferzkirina tecrîdê yasayên mafê mirovan her wiha yasayê tirkiyê ye binpê dike ji ber ku tecrîd li dijî yasayê mafê mirovan û tirkiyê ye.

Kakeyî di dewama axaftina xwe de got:

”Gumanên me li ser proseyên dadgehên Tirkiyeyê hene, ji ber ku li ti welatek dîktatoran de yasa serwer nîne.”

Kakeyî ragihand ku tirkiye bi rêya tecrîda li dijî Rêber Apo dixwaze zextê li Gelê Kurd bike, ev yek jî ti peywendiya xwe bi yasayê ve nîne.

Di dawiya axaftina xwe de parêzer Hejar Kakeyî da zanîn ku ger Tirkiye aştiyê bixwaze, divê bi Rêber Apo re bicive ji ber ku tenê ew dikare aştiyê bîne.

Li Ewropayê meşa “Rêwîtiya Azadiyê” di roja 4’an de dewam dike

Back to top button