KJK’ê ji bo 1’ê Gulanê peyameke weşand

Koordînasyona KJK’ê ji bo 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê peyamek weşand û got, em hêvî dikin 1’ê Gulanê bibe wesîleya cîhaneke wekhev, bi edalet û azad.
KJK’ê bang li jinan, gundiyan û kedkaran kir ku li dora paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê kom bibin û bi têkoşînê cîhaneke azad û wekhev ava bikin.

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê peyameke weşand.

KJK’ê anî ziman ku ew di serî de hemû şehîdên 1’ê Gulanê yên ku di berdêla canê xwe de têkoşîna kedê bilind kirine bi bîr tînin.

Her wiha KJK’ê 1’ê Gulanê li hemû kedkarên cîhanê û Rêber APO pîroz kir û got:

“Dema ku Rêber Apo got ‘Xebat azadî ye’ pergala kapîtalîst jî xebat kiriye çalakiyeke koletiyê û bi çavê koleyan li xebatkaran nihêrtiye.

Keda karker, jin û civakê desteser dike û ji kedkar û karkeran dixwaze ku bila sebir bikin.

Mirov ji bo bijîn û pariyek nan peyda bikin di nava şert û mercên nemirovane de dixebitin.

Em hêvîdar in 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bibe wesîleya cîhaneke wekhev, bi edalet û azad.

KJK’ê da zanîn ku di pergala kapîtalîst de herî zêde keda jinê tê paşguhkirin.

Jin di vir de dibe koleya herî erzan a vê sîstemê. Keda herî dijwar û pîroz a dayiktiyê jî bi xapandina ‘keda dayikan nayê dayîn’ hatiye îstismarkirin û ev ked nayê dîtin.
Di dema desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê de gelek jin ji kar hatine avêtin.

Di dewama daxuyaniyê de KJK’ê wiha anî ziman:

Di dîroka Tirkiyê de herî zêde di vê demê de pirsgirêkên civakî, çînî û jinan çêbûye.

Dem hatiye ku em li ber vê yekê rabin, vê desthilatdariya faşîst, durû, xwînxwar û kedxwar têk bibin.

Têkoşîna 1’ê Gulanê û têkoşîna jinê di heman demê de têkoşîna ked û azadiyê ye.

Di 1’ê Gulanê de em dakevin qadên têkoşînê.

Bi wesîleya 1’ê Gulanê em careke din bang li jinan, dayikan, gundiyan, kedkaran dikin ku li dora paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li hev kom bibin û bi têkoşînê cîhaneke azad û wekhev ava bikin.

Back to top button