Şerê li Sûdanê: Di êrişa li Xertûmê de herî kêm 43 kes mirin

Li Sûdanê şerê deshildatdariyê bidawî nabe.
Di êrişa balafiran a li ser paytext Xertûmê de, herî kêm 43 kes mirin.
Hewildanên navnetewî yên ji bo rawestandina şer jî bê encam dimînin.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ragihand ku di encama êrîşa bi “çekên teqemenî” ya li ser bazarek qerebalix a li paytexta Sûdan Xartûmê de, herî kêm 43 kes mirin.

Şahidan diyar kirin ku Bazara Quoro ya li başûrê paytext ji aliyê balafireke leşkerî ve hatiye bombekirin.

Li Sûdanê, artêş û çekdarên dijber ji Nîsanê ve şer dikin.

Koordînatora Lezgîn a MSF Mari Burton got;

Xartûm “bi kêmî ve şeş meh in di şer de ye”.

Burton di posta xwe ya li ser tevna X’ê de got:

“Lê dîsa jî, dilxwaz û bijîjkên li Nexweşxaneya Başayr ji ber mezinahiya tirsa ku li bajêr qewimî matmayî man.

Çekên teqemenî li bazar ketin.

Êrîşên asmanî û topan di rojeke din a êş û windahiyên ku nayên xeyalkirin de, dewam dikin.”

Rêxistinê diyar kir ku ew hewl didin jiyana kesên ku laşên wan ji ber teqînê qut bûne xelas bikin û rewş weke kaosê binav kir.

Sûdan di navbera Serfermandarê Giştî Ebdel Fattah el Burhan û fermandarê koma milîsên Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) General Hamdan Dagalo de ketibû nava şerê navxweyî.

Tevî bihezaran kes ji ber şer mirin, dorpêça heyî jî bû sedema bi mîlyonan kes dest ji malên xwe berdin.

Herêmên herî zêde ji şer bandor bûyîn, paytext Xartûm û herêma Darfurê ya li rojavayê welêtin.

RSF Xartûm û piraniya bajarên cîran Ombdurman û Bahrî kontrol dike.

Artêşa Sûdanê ji bo vegerandina van herêman gelek caran êrîşên hewayî pêk tîne.

Hefteya borî hatibû ragihandin ku di êrîşa hewayî de 2 jê zarok herî kêm 20 kes mirine.

Tevî ku DYA, Erebîstana Siûdî û welatên din hewl dane ku di navbera aliyan de navbeynkariyê bikin, lê heta niha ti encam bi dest neketiye.

Peymanên agirbesta ji bo vehuestanina sivîlan bû herêmên ewle jî têk çûn.

Li Xertûmê êriş: 20 Kes mirin

Back to top button