Gefên Mosadê bo Îranê: Em amade ne ku dilê Tehranê bixin

Gefê Îsraîl û Îranê yên li hember hevdû bi dawî nabin.
Piştî ku Tehranê gefa kuştina 20 Cihûyan xwar, gefa dûyem ji Îsraîlê hat.
Serokê Mosadê Barnea bersiv da gefên Îranê û got: “Em amade ne ku êrişî ‘dilê Tehranê’ bikin.”

Serokê Îstîxbarata Derve ya Îsraîlî Mossad David Barnea di konferanseke ewlehiyê de derbarê gefên ji Îranê de daxuyanî da.

Barnea diyar kir, ew amade ne ku êrişî ‘dilê Tehranê’ bikin.

Ev gefên Îsraîlê di demekî de ye ku, Îranê hedefgirtina 20 Cihûyan pilan kiriye.

Barnea diyar kir wan û hevalbendên xwe par 27 êrişên Îranê asteng kirine û got:

“Ev komplo ji aliyê Îranê ve hatine plankirin û rêvebirin. Niha jî hewl dide êrîşên nû organîze bike.”

Barnea destnîşan kir peyama wan gelekî zelal û wiha got:

“Bila Îran guman neke ku em ê xwe bigihînin wan.

Wê edalet ji bo hemûyan pêk were.

Ev di dema borî de hatiye îspatkirin û em ê di pêşerojê de jî derbixin asta pêş.”

Barnea diyar kir Îsraîl wê li pey ajan û fermandarên Tehranê yên di komployan de cih girtine bikevin û got:

“Ew ê li Îranê, li navenda Tehranê hesab bidin.”

Îsraîl ku Îranê bi berhevkirina çekên nukleerî tawanbar dike, wê yekê ji xwe re weke gef dibîne.

Lewma jî Îsraîl, Tehranê ji bo xwe weke dijminê sereke dibîne.

Ji aliyê din ve Tehran jî Îsraîlê bi êrîşan li ser zanyar û fermandarên xwe tawanbar dike.

Back to top button