Li Idlibê, di topbarana hêzên hikumeta Şemê de kesek hat kuştin

Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser deverên çeteyên Tirk de kesek û li bajarê Serê Kaniyê yê dagirkirî jî çeteyek hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê vê sibê derdora bajaroka El-Bara yê li Başûrê Idlibê topbaran kirin û di encamê de kesek hat kuştin.

Her weha di topbaran hêzên hikumetê ya li ser devera El-Diqmaq a li Sehil El-Xab a li Bakurê Hemayê û deverên li Cebel Zewiyê yê li başûrê Idlibê de du kes birîndarbûn.

Çavdêriyê eşkere kir ku balafirên keşfê yên Rûsyayê jî li ser herêmê bê navber digeriyan.

Li Serê Kaniyê ya dagirkirî çeteyek hat kuştin 4 jî birîndar bûn

Li bajarê SerêKaniyê yê dagirkirî jî, çeteyên koma bi navê “Firqit El-Hmezat ” yê dewlata Tirk, bihev ketin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, çeteyekî hat kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Back to top button