Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nebeşdarbûna nûnerên Rêveberiyê di komîteya destûrî ya Sûriyê de şermezar kir û got ku ev dikeve di berjewendiyên Trikiyê de.
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:
Ne beşdarbûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser di komîteya destûrî de, nenaskirina vîna zêdeyî 5 milyon Sûriyan e, her wiha nenaskirina hovîtiya ku niha Dewleta Tirk bi riya çeteyên xwe li herêmê dike.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku hebûna serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdayî li Idlibê, desteka Tirkiyê ji DAIŞ’ê re dide der û bûyera kuştina wî jî serkeftineke din ji gelê herêmê re ye.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku nenaskirina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêgirtina tevlîbûna wan di komîteya destûrî de sûdê nade çareseriya siyasî li Sûriyê û nebûna edaletê di komîteyê de dide xwiyakirin.
Her wiha Rêveberî tevî van hemû hewildanên inkarê wê xebata xwe ji bo Sûriyeke demokratîk û nevendî bidomîne.
Di dawiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser de bang li tevahî cîhanê hat kirin ku hewlesta xwe ya diyarker derbarê van siyasetên inkarê yû derheqê miletê Kurd û hemû pêkhateyan de nîşan bidin.
Bang li gel jî hat kirin ku meş û hewlestên xwe yên li welat û ji derveyî welat li dijî van siyasetên inkarê bidomînin û xebata xwe mezintir bikin.