Rewşa Girtiyên Behdînan.. Nûnera UNAMIserdana girtiyên behdînan kir

Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî serdama girtiyên Behnînan ên ketine greva birçîbûnê kir.

Li Girtîgeha PDK’ê ya li Hewlêrê Seroka Beşê Yasa ya UNAMI Oskistin Bahîmota serdana girtiyên Behdînan ên di greva birçîbûnê ne kir.

Birayê yek ji girtiyên Behdînan Eyhan Seîd ragihand ku îro danê sibehê Oskistîn Bahîmota serdana Girtîgeha PDK’ê ya li Hewlêrê kir û got:

“Armanca serdanê qalkirina berdana bi merc a ji bo Şêrwwan Şêrwanî û Şivan Seîd bû.

Eyhan Seîd eşkere kir ku ji piştî guhdarkirina daxwazên girtiyan, ji wan re ragihandiye ku biryare şandeyek UNAMI li gel parêzerên girtiyan û Serdozgerê Giştî mijara berdana wan nîqaş bikin.

Back to top button