Wezareta Tenduristiyê ya rejîmê 33 kes xistin jêr çavdêriyê

Wezareta Tenduristiyê ya rejîma Sûrî balafireke sivîl ku duh ji Iraqê hatibû, xist bin çavdêriyê.

Wezîr Nîzar el-Yazijî ragihand ku balafir li devera el-Diwêr li Gundewarê Şamê hatiye rawestandin û 16 rêwiyên Sûrî û tîma balafirê xistin bin çavdêriyê.

Yazijî teqez kir, ew rêkarên pêwîst li dergehên bejahî û deryayî û her wiha li balafirgehan digirin û ji selameta Sûriyên derbasbûyî piştrast dibin û kesên bi-guman jî wan dixin navendên çavdêriyê.

Li gorî wezîrê Tenduristiyê yê rejîma Sûrî, heya niha ti kes li welat bi corona neketiye.

Ji aliyê xwe ve jî, birêveberê Tenduristiya Gundewarê Şamê Yasîn Ne’nûs ji Şam FM re ragihand ku wan 16 rêwî, 13 xebatkarên balafirê û 4 kesên bi wan re xistin jêr çavdêriyê.

Li gorî wî, îro wê analîzên wan derkevin.

Back to top button