Pentagon: Rewşa 2 leşkerên birîndar xirab e

Pentagonê ragihand ku di êrîşa bi moşek a li ser baregeha Tacî li Iraqê de, 3 leşkerên Amerîkî birîndar bûne û rewşa 2’yan pir xirab e.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hofman bal kişand ser gotina wezîrê parastinê Mark Esper ya hefteya borî, ku ji êrîşkeran re gotibû: ”Ne pêkan e hûn êrîşî leşkerên Amerîkî bikin û hûn ji cezayan bifilitin, em ê we ceza bikin”.

Li gorî Hofman, di êrîşê de çend leşkerên Iraqî jî birîndar bûne û hêzên ewlekariya Iraqî lêpirsîn dane destpêkirin û çend kes jî girtine.

Duh serokatiya operasyonên hevbeş ya artêşa Iraqî ragihandibû ku 33 moşekên Katyûşa bi ser baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê ketine.

Çarşema borî jî, di encama êrîşeke bi moşek li ser heman baregehê, 2 leşkerên Amerîkî û yekî Brîtanî hatibûn kuştin.

Back to top button