WHO: Pakistan li ber hilweşînê ye

Baranên mûsonê yên îsal bandoreke zêde li dehan welatên cîhanê kir.
Yek ji van welatan jî Pakistan e.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku li Pakîstana ji ber lehiyê, pêwistiya 8 mîlyon kesî bi alîkariya tenduristiyê çêbûye.
Rêxistinê got:
Pakistan li ber hilweşînê ye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Pakîstana ji ber lehiyên havînê bandor li 8 milyon kesan bûye.

Ev kes pêwistiya wan bi alîkariya tenduristiyê heye.

Rêvebirê Rewşa Lezgîn a Herêma Rojhilata Navîn a WHO Rick Brennan li Cenevreyê ji rojnamevanan re got;

Pakistan “li ber hilweşînê ye”.

Brennan diyar kir ku ji bo alîkariya kesên hewcedar ji rêxistinê re 81 milyon dolar hatiye veqetandin.

NY ji bo pakistanê daxwaza 816 milyon euroyî kiribû.

Lê heta niha tenê ji sedî 16’ê vê pêk hatiye.

Li gorî daneyên fermî, di lehiya ku havîna par li Pakistanê ji ber barana mûsonê rû dayî de, bêtirî 1600 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li welatê ku jimara wê 225 milyon kes e, gelek kes bê mal man.

Her wiha hilweşîna rê, xanî, zevî û nexweşxaneyan re rewş kembaxtir bû.

Brennan bal kişand li gelek cihan ava vexwarinê ya paqij tune û ava kanalîzasyonê jî bi awayekî rast nayê derxistin.

Brennan dazanîn ku nexweşiya îshalê li welêt berbelav bûye û ev tişt anî ziman:

Di navbera Tîrmeh û Cotmehê de 540 hezar bûyerên ta (malaria) hatine tomar kirin.

Li welat ji ber nebûna derfetan bi hezaran nexweşên tayê dimirin.

Her ku diçe hejmara zarokên li gorî pêwist nikarin xwarin bigirin jî zêde dibe.

Ji ber lehiyê ne diyar e ka wê dema çinînê ya bê çawa be.

Ji bo pêşîgirtina li krîza xwarinê jî hikumeta Pakistanê vê hefteyê 300 hezar ton genim ji Rûsyayê xwest.

Back to top button