Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmd diyar kir ku Serhişkiya hikumeta Sûriyeyê û redkirina diyalogê hişt li gelek bajarên Sûriyeyê teqandin çêbibe.
Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed anî ziman ku bûyerên dawîn ên li Siwêdayê û Tevgera 10`ê Tebaxê, berdewamiya “Şoreşa Rûmetê ya gelên Sûriyeyê” ye .
Miwefeq El Ehmed têkildarî daxwazên xwepêşandêran got: “Ev daxwazên gelê di nava karesatê de dijî.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê de banga nenavendîbûnê dike.”
El Ehmed bi bîr xist ku rewşa aborî jî sedemeke van protestoyan e .
El Ehmed Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî tecrûbeyeke serkeftî bi nav kir û destnîşan kir ku li gelek bajarên Sûriyeyê di xwepêşandanan de banga avakirina Rêveberiya Xweser hat kirin.
Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmd di dawiyê de got: “Çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi diyalogê pêkan e.”