Piştî demekê li bajarê Hesekê civîn careke din dest pê dike

Komîteya Berfireh a serastkirina reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji nû ve li bajarê Hesekê dicive. Civîn bi amadebûna hemû endamên komîteya berfireh ku ji 158 endaman pêk tê, lidar dixe.

Di civînê de, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, rêxistin û saziyên civaka sivîl ên herêmê amade ne.

Di derbarê civînê de, serokê Partiya Aştî ya Demoqrat a Kurdistan Telal Mihemed ji televizyona me re axivî.

Telal Mihemed dibêje:

“Heta niha ji sedî 25’ê reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye serastkirin.

Di civîna îro de wê gelek xalên girîn mîna sistema komînan û her wekî din werin niqaşkirin.”

Ev civîn wê sê rojan bidome.

Back to top button