Dolarekî Amerîkî gihişt 9,97 lîreyê Tirkî

Ger aborînas û Serokomarê Tirkiye Erdogan be, ya dibe para civakê tenê hejarî ye.
Dolarê Amerîkî li pêşberî lîreyê Tirkî asteke din a herî bilind derbas kir.
Îro saetên sibehê nirxê her dolarekî Amerîkî gehîşte 9.97 lîreyên Tirkî.

Doh 10ê Mijdarê ligel eşkerekirina amarên enflasyona Amerîkayê daketina lîreyê Tirkî lez girtibû û her dolareke Amerîkî gehîştîbû 9,87 lîreyê Tirkî.

Îro ev daketin dewam kir û li beramberî dolarê Amerîkî di daketina lîreyê Tirkî de rekoreke nû hat tomarkirin.

Daketina nirxê Lîreyê Tirkî û tomarkirina wê rekora nû ya piştî gefa Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 23 Cotmeha 2021’ê gefa derxistina ji Tirkiyê li balyozên 10 welatan xwar pêk hat.

Li gor aborînasan, gefa pêkanîna êrişeke din bo ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Erdogan ve, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê û dûrxistina sê berpirsên Banka Navendî ya Tirkiyê bi biryara Erdogan, weke sedemên din yên bênirxbûna lîreyê Tirkî nîşan didin.

Back to top button