Serokê Çîn Jinping hişyariya vegera li Şerê Sar da

Bi mijara Taywanê re, di navbera Pekîn, Waşîngton û Tokyoyê de aloziyên heyî careke din xwe da der.
Serok dewletê Çînê Xi Jinping hişyariya “vegera li Şerê Sar” da û ji bo ev yek pêk neyê jî banga hevkariya li Asya-Pasifik ê kir.

Ji ber ku li ser xeta Pekîn-Washington ji ber Taywanê rageşî zêde dibe.

Çîn diyar kir ku divê welatên herêmê li hemberî kêşeyên hevpar bi hev re bisekinin.

Xi Jinping di Konferansa Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê de axivî û got;

“Xêzkirina sînorên îdeolojîk an avakirina derdorên piçûk di derdorên jeopolîtîk de, wê dawiyê têk biçin.”

Xi got:

“Herêma Asya-Pasîfîkê divê û nabe vegere nakokî û parçebûna mîna serdema Şerê Sar.”

Rojnameya The Guardian diyar kir ku tê fikirîn armanca Xi ya ji van axaftinan nêzbûna Hindistan, Japonya û Awistralya ya di nava demên dawî de ji bo Waşîngtonê ye.

Back to top button