DYA û Çîn ji bo hevkariya di rewşa avhewayê de lihev kirin

Tevî aloziya navbera Waşîngton û Pekînê, di mijara pêşîgirtina guherîna rewşa avhewayê de nêzî hev bûn.
DYA û Çînê ragihandin ku ji bo xurtkirina hevkariyê li ser krîza avhewayê li hev kirine.

DYA û Çîn ku di nav welatên ku herî zêde gaza karbondîoksîtê li cîhanê belav dikin de ne, di Civîna Avhewayê ya COP26 a li Glasgowê de ragihandin ku ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê di mijara hevkariyê de li hev kirine.

Her du welatan soz dane ku di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de, wek kêmkirina emîsyonên metanê, parastina daristanan, dûrxistina bikaranîna komirê, hevkariya xwe zêdetir bikin.

Welatan ji bo gihiştina armanca Peymana Parîs ya sînordarkirina pileya germahiyê ya 1,5 jî dema mayî bi girîngî binav kirin.

Peymana di navbera aliyan de ji aliyê balyozê avhewayê yê DYA John Kerry û hevkarê wî yê Çînê Xie Zhenhua ve di konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) ya li Skoçyayê de hat ragihandin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi keyfxweşî pêşwazî kir.

Back to top button