Artêşa Tirk gundê Um El-Kêf yê Til Temirê topbaran kir

​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker rojane êrişî herêmê dike.
Vê carê jî berê topên xwe da Til Temirê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din gundê Um El Kêf ê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Artêşê stasyona kehrebeyê ya navçeyê kir armanc û di encamê de stasyon ji xizmetê derket.

Û kehrebe li ser navçeyê bi giştî qut bû. Doh dernegî şevê jî dagirkeran heman gund topbaran kirin.

Ev êriş li pêş çavê cîhanê pêk tên lê dîsa jî kes li hember wan ti helwestê nîşan nade.

Yên ku dibin qurban û armanca van êrişan jî sivîl in.

Back to top button