Hindistan..Lêhiyê cenazeyê miriyên vîrûsa Corona derxist ser avê

Ne cara yekem li Hindistanê ji ber barana zêde lehî radibe, lê cara yekem ku mirî bi ser avê dikevin.
Miriyên vîrûsa Coronayê ku li kêleka çem hatbûn veşartin, bi lehiyê re bi ser avê ketin.

Li bajarê Allah Abad ê bakurê eyaleta Uttar Pradeş yê Hindistanê, barana zêde barî.

Ji ber baranê ava çemê El- Canc bilind bû.

Ev yek jî bû sedema ku bi sedan cenaze bi ser avê ketin.

Rayedaran diyar kirin ku cenazeyên bi ser avê ketine, yên miriyên ji ber vîrûsa Corona ne.

Ji nava cenazayên hatin dîtin, yek ji wan hîn maskeya oksejînê li ber rûyê wî ye.

Li Hindistanê, jimareke zêde miriyên vîrûsê hatin şewtandin û li hin herêman li keraxa çeman hatin bin axkirin.

Li gorî Wezareta Tendûrestî ya Hindistanê di nava 24 saetên derbasbûyî de 51 hezar û 667 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 1358 kes mirine û 64 hezar û 527 kes jî başbûne.

Back to top button