HPC-Jin: Dewleta Tirk dixwaze vîna Kurdên azad û jina azad bişkîne

Li Rojavayê Kurdistanê jî çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanêzêde dibin.
HPC-Jin diyar kir ku armanca êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê têkbirina berxwedanê ye.

Endamên HPC- Jin li pêşiya navenda xwe ya li Dêrikê derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina berxwedanê li Zap, Avaşîn û Metînayê ye.

Dewleta Tirk a faşîst ji ber ku nikare bi gerîla çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne.

Li aliyekî din sûcên hov, guhartina demografiyê li herêmên ku dagir kirine taybet cihê kurdan pêk tîne.

Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe ve aramanc dike ku vîna kurdên azad, jina azad ji holê rake.”

Back to top button