KCK: Wê têkoşîna jinan dawî li desthilata faşîst a li Tirkîyê bîne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîsyona Jinan a KNK’ê têkildarî 8’ê Adarê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hate gotin, “Bi 8’ê Adara 2021’ê re têkoşîna jinan a li dijî sîstema serweriya mêr û dewletê wê mezin bibe û rabûna jinan li cîhanê wê ewrên reş ên li ser mirovahiyê belav bike û jiyana demokratîk û azad ava bike.”

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê 8’ê Adarê pîroz kir û jinên ku di têkoşîna li dijî sîstema serwer a mêr de şehîd bûne bibîranîn.

KCK’ê diyar kir desthilata AKP-MHP’ê sala 2020’î herî zêde êrîşî jinan kir û bi sedan siyasetmedarên jin xist zîndanê.

KCK’ê da zanîn bi 8’ê Adarê re bihara azadiparêziya jinan destpêdike û wiha got,

“Bi rabûna jinan re mirovahî ji bo paşerojê hîn bi hêvî dibe. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna rizgariya tevahiya mirovahiyê ye. Eger mêr jî dixwazin bi rastî azad bibin û bi rengekî demokratîk bijîn, divê bibin parçeyekî çalak ê têkoşîna azadiya jinê. Heta ku jin azad nebe, mêr wê mîna koleyê sîstema mêtinger û zordar bimîne; wê neçar bimîne ku bi qirêjiya sîstema bi serweriya mêr bijî.”

KCK’ê diyar kir Rêber Apo di şexsê xwe de bi kuştina mêrtiyê re li dijî sîstema bi serweriya mêr têkoşîna herî mezin û pîroz a dîrokê geş kir û destnîşan kir ku Îdeolojiya rizgariya jinê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, ji bo mirovahiyê bû mîladek.

KCK’ê da zanîn wê jin bi 8’ê Adara 2021’ê re têkoşîna li dijî desthilata AKP-MHP’ê geştir bikin û dawî li desthilata faşîst bînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku bi 8’ê Adarê re rabûna jinan li Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê wê ewrên reş ên li ser mirovahiyê belav bike, wê jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê ava bike.”

KNK: Têkoşîna azadiyê a jinên Kurd li Rojhilata Navîn mezin dibe

Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî a Kurdistanê-KNK’ê jî bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyek da.

Komîsyonê 8’ê Adarê li jinan pîrozkir û diyarkir têkoşîna jinên Kurd li Cîhanê bûye cihê baweriyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Dewletên dagirker bi rê û rêbazên taybet li dijî jinên Kurd siyaseta qirkirinê dimeşînin.”

Komisyona Jinan a KNK’ê bal kişande ser êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û got,

”Li Efrînê bi kuştin, windakirin û destdirêjiyê tola têkbirina DAIŞ’ê ji jinên Kurd hiltînin.”

Komisyonê têkildarî êrîşên desthilata AKP-MHP’ê ya li ser jinên Kurd wiha got:

”Dewleta Tirk ji hêza jinên Kurd ditirse, ji ber ku jinên Kurd wek pêşeng li pêşiya siyaseta qirkirina civaka Kurd radiwestin.”

Komîsyonê diyar kir têkoşîna jinên Kurd ya azadî û demokrasiyê her ku diçe li Rojhilata Navîn mezin dibe.

Back to top button