Li Iraqê êdî hikumeta nû ya welat li ser kare.
Rêberê Bilind ê Olî yê Şîeyên li Iraqê ji berpirsên hikûmetê û partiyan re pêşniyara jiyanek hevbeş ya aştiyane û rêzgirtina li mafên mirovan kiriye.
Nunerê Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî, Ebdulmehdî Kerbelayî bi daxuyaniyekê peyama Sîstanî ya bo hikumeta nû a Iraqê parve kir.
Di peyamê de, Sîstanî bang li hemû kes û aliyên berpirsên hikûmetê kir da ku rêz ji mafê mirovan re bigirin û weke hemû Iraqiyan nêzîkatî raberî hemû ol û mezheban bikin.
Her wiha nunerê Sîstanî Ebdulmehdî Kerbelayî di heman daxuyaniyê da zanîn ku Rêberê Olî yê Şîeyan Sîstanî pêşniyara jiyanek hevbeş li gel pêkhateyên din yên olî dike û daxwaza durbûnê ji tundutijiyê dike.
Di hefteya derbasbûyî de parlamentoya Iraqê hikumeta Mihemed Şia Sûdanî erê kiribû.